Êrîşên rejîma îşxalker a siyonîst ser Xezzeyê bû sedema qutbûna hemû peywendiyên bi herêmê re.

Elon Musk, xwediyê SpaceX, Tesla û Xê, ragihand ku pergala satelîtê ya Starlink a ku ew xwediyê wê ye, ew ê karûbarên girêdanê bide saziyên alîkariyê yên navneteweyî yên navdar ên li Xezzeyê.

Wezîrê Gihandin û Binesaziyê Abdulkadîr Uraloglu ji ber bersiva erênî ya ji bo bangewaziyê teşekurê Elon Musk kir.

Wezîr Uraloglu di parvekirina xwe ya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî da weha got: "Ez teşekurê birêz Elon Musk dikim ku ji bo piştgiriya peywendiya satelaytê ya peykên we yên Starlinkê ji saziyên alîkariyê yên navneteweyî yên li Xezzeyê re da."

Wezîrê Pêwendiyan yê bi nave rejîma îşxalker a siyonîstî Şlomo Karhî, weha got: "Em ê bi hemû rê û rêbazan li dijî hewildana dana înternêtê ji bo Xezzeyê micadeleyê bikin." (ÎLKHA)