Teqîn, di seat 11.00an de di avahîyekî 3 qatî yê ku li Ceddeya Osmanpaşaya taxa Baglarê de ye pêk hat.

Ji ber şewata ku piştî teqînê derket 5 kes birîndar bûn. Karkerên ku di nav dikanê de bûn jî di nav kelecanê de xwe avêtin derve.

Li ser xeberadayînê ji cîhê bûyerê re ekîbên îtfaîye, polês û tenduristîyê hatin sewqkirin. Karkerên ku birîndar bûn bi ambûlansan ji nexweşxaneyê re hatin rakirin.

Ekîbên îtfaîyeyê jî şewatê tefandin û polês derheqê bûyerê de tehqîqat da destpêkirin. (ÎLKHA)