Piştî avêtina fuzeyan li Tel Aviv, Holon, Elled, Rishon, Letzion, Ramat, Hasharon, Ramat Gan, Beit Degan, Gefataim, Ur Yehuda  û Balafirgeha Ben Gurîonayê sîren lêketin.

Tugayên el Qassamê, daxuyand ku ev barana fuzeyê ji ber ku rejîma îşalker li ser xelkê Xezzeyê komkujîyê bikaranîtîye hatîye barandin.

Çapemenîya rejîma îşxlaker a sîyonîst, diyar kir ku ji Tel Avîv û Gush Danê re herî kêm 10 heb roket lêketine. Li herêma Rahfuta başurê Tel Avîvê jî gelek roket hedefên xwe girtine. (ÎLKHA)