Wezareta Tenduristî ya Fîlîstînê, daxuyand ku artêşa îşxakeran êrîşî Cenîn û Nablusa Şerîaya Rojava kirin.
Hat diyarkirin ku di encama êrîşa li Cenînê de du Fîlîstînîyên bi navê Abdullah Besam Ebul Heyca û Eyser Muhammed el-Amir şehîd bûn.
Li gorî wezareta tenduristîyê di encama êrîşan de 12 Fîlîstînî jî birîndar bûn.
Xeyn ji van agahîyan hat diyarkirin ku rejîma îşxalker êrîşî Nablusê jî kir.
Di encama êrîşan de di navbera rejîma îşxalker û Fîlîstînîyan de pevçûn derket. (ÎLKHA)