Qeza, li ser Ceddeya Îpeka Taxa Unîversîteyê pêk hat.

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, mînîbûsa ku di bin îdareya R.V. de bû di lembeya sor a trafîkê de li otobûsa ku di bin îdareya A.O. de bû û 3 wesayîtan qelibî.

Di encama qezaya zîncîrî de 24 kes birîndar bûn û di wesayîtan de jî zerara meddî pêk hat.

Li ser xeberdayîna mirovên derdorê ji cîhê qezayê re ekîbên tenduristî, polês û îtfaîye hatin sewqkirin.

Piştî qezayê mirovên birîndar bi ambûlansan ji Nexweşxaneya Bajara Erzirom û Nexweşxaneya Lêgerîn û Perwerdehî ya Zanîngeha Atatırkê re hatin sewqkirin. (ÎLKHA)