Her roj di camîyekî de ji bo Fîlîstînê bernameya duayê tê lidarxistin, beşdarîya Dîyarbekirîyan jî bênavber berdewam dike.

Li alîyekî li Kayapinarê konekî hatîye vekirin û ew kon 24 seat vekirîye, li alîyekî jî her roj di camîyekî de di dema nimêja serê sibehê ji bo Fîlîstînê dua tê kirin.

Bernameya ku îro hat kirin di Camîya Hezretî Hesen de hat lidarxistin.

Dîyarbekirîyan bi azanê nimêja serê sibehê kirin, dûre jî ji bo birayên xwe yên Fîlîstînê nimêja cenaze ya xîyabî û duayê kirin. (ÎLKHA)