Yapicioglûyê ku ji bo beşdarî Kongreya Asayî ya 4emîn a Wanê bibe hatibû bajar û heyeta pê re, bi nûnerên Sazîyên Civaka Sivîl ên ku li bajar feelîyetan dikin, akademîsyen û rîsipîyan re hat cemhev.

Di civîna ku li otelekî nav bajarê hat kirin de pirsgirêkên Wanê û herêmê ji Yapicioglû re hat gotin.

Serokê Giştî yê HUDA PARê bersivên pisrgirêkan li cem xwe da nivîsandin û got ku ji bo van pirsgirêkan bên çareserkirin çi ji destê me tê emê bikin.

Civîn ji çapemenîyê re girtî hat lidarxistin. (ÎLKHA)