Êrîşên artêşa bi navê rejîma îşxalker a siyonîst ser Xezzeyê bênavber berdewam dikin.

Artêşa bi navê rejîma îşxalker a siyonîst ku bi balafirên şer û topavêjê deverên curbicur ên vî bajarî hedef girt, herî kêm 120 Filistînî şehîd kirin.

Li bajarokên Xan Yûnûs, Refah, Beyt Lahiya, Cibaliya û Kampa Penaberan a Bêrîc, cihên sivîlan hatin hedefgirtin, hat ragihandin ku di êrîşan de jin û zarok jî di nav de bi dehan kes birîndar bûne.

Di daxuyaniya berê de hatibû ragihandin ku di êrîşên doh bi şev de 110 kes şehîd bûne. (ÎLKHA)