Bûyer, li ser rêya Aksaray-Enqereyê li alîyê kîlometreya 10em pêk hat. Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, mînîbûseke ku karkerên loqenteyê di nav de bûn û qamyonekî ku conega tê de bûn ji ber sedemeke ku hêj nediyare li hev qelibîn.

Di encama qezayê de li gorî diyarîyên ewil 17 kes birîndar bûn û hinek heywan jî telef bûn.

Li ser xeberdayînê ji cîhê bûyerê re ekîbên îtfaîye, AFAD, polês û tenduristîyê hatin sewqkirin. Ji mirovên birîndaran re di cîhê qezayê de midexeleya ewil a tenduristîyê hat kirin.

Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)