Rejîma îşxalker doh êvarê, li Xezzeyê êrîşî 320 cîhên ku di nav de nexweşxane, bazar û xanîyên sîvîlan hebûn kir, di êrîşê de 400 kes şehîd bûn.

Dema ku şehîdan dihatin kefenkirin pêçîya şehadetê ya Fîlîstînîyekî balan kişand li ser xwe. Wezareta Tenduristîya Fîlîstînê a li Xezzeyê, daxuyandibû ku di êrîşa rejîma îşxalkeran de 1873 jê zarok, 1023 jê pîrek tevahî 4 hezar û 651 kes şehîd bûbûn, 14 hezar û 245 kes jî birîndar bûbûn. (ÎLKHA)