Serokê Rêveberiya Leşkerî ya Herêma Xarkovê Oleg Sînegubov di daxuyaniya xwe de diyar kir ku artêşa Rûsyayê bi fuzeyê li termînala "Novaya Pochta (Postaya Nû)" a li herêma Xarkovê xist.

Sînegubov diyar kir ku di êrîşa fuzeyan de 6 kes mirin û 14 kes jî birîndar bûn. Sînegubov da zanîn ku di nav birîndaran de yên ku rewşa wan giran e jî hene û hemû alîkariyên bijîşkî yên pêwîst hatine kirin. (ÎLKHA)