Rejîma îşxalê ya siyonistan bajara Kiryat Shmona ya li ber sînora Libnanê tahlîye dike.

Bînbaşi Dawîd Baruchê Fermandarê qaşo yê rejîma îşxalê li bajara Kiryat Shmona axavtinek kir û got “ Hîzbullah temamê gavan davêje da ku dîqqeta me ji ser Xazzeyê bikşîne cihekî din. Bi ya min tiştê ku Hîzbullah a niha dixwaze bike  ev e. Ew ê vê yekê bike heta ku Îran fermana şer bide wî. Em naxwazin bi Hîzbullah re şer bikin.”(ÎLKHA)