Ji ber fuzeya dijî tankê ya ji Lubnanê hat avêtin 1 leşkerê dagirker mir û 3 leşker jî birîndar bûn.

Di daxuyanîya ku ji teref artêşa qaşo ya rejîma îşxalker a siyonîst ve hat dayîn de hat diyarkirin ku ji başûrê Lubnanê li dijî tankan gulebaran hat kirin.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku di encama gulebaranê de leşkerek mirîye, 3 leşker jî birîndar bûne.

Di daxuyaniya Hizbullaha Lubnanê de hat ragihandin ku Baregeha Branîtê ya girêdayî Rejîma Siyonîst bi mûşekên dijî tankê yên rêberî hatiye hedefgirtin û di nav leşkerên dagîrker de kuştî û birîndar hene. (ÎLKHA)