Bayraktarê ku li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyanî da, di parvekirina xwe ya vîdyoyê de bal kişand ku yek ji trajediya herî giran a dîroka mirovahiyê li Xezzeyê hatiye jiyîn.

Bayraktar diyar kir ku rejîma îşxalker jin û zarok jî di nav de sivîlên bêguneh qetil dike û got, "Bi bombekirina nexweşxane, dibistan û îbadetxaneyan sûcê şer dike. Yên ku nasnameya xwe deyndarê têkoşîna komkujîyê ne, îro bi serî li komkujîyê dikin û li mafên xwe xwedî derdikevin. Pêwîste civaka navneteweyî bikevin nava tevgerê û bi lezgîn aştî û edalet bê avakirin."

Bayraktar diyar kir ku ew ji bo alîkariya însanî ya ji bo Xezzeyê amade ne û weha got: "Em wek Baykar amade ne ku 280 milyon lîre alîkariya însanî ji bo gelê Xezzeyê bikin. Em bang li hemû mirovahiyê dikin ku ji bo rawestandina qetlîamên li Xezzeyê tevbigerin. Bêdeng bûyîn weke alîgirê van komkujiyan e." (ÎLKHA)