Di daxuyaniya ku ji çavkaniyên herêmî hat dayîn de hat diyarkirin ku gelek roket avêtin qada gazê ya Kunîko û derdora wê.

Hat ragihandin ku piştî êrîşê li baregeha leşkerî dengê teqînên dijwar hatine bihîstin.

Kesî berpirsyariya êrîşê negirt ser xwe.

Amerîka niha li Sûriyê li 11 baregeh û nuqteyên leşkerî yên di bin kontrola PKK/PYDê de li parêzgehên Hesekê, Reqa û Dêrezorê û herwiha Baregeha El-Tanîf a li Çola Humsê heye.

Parêzgeha Dêrezorê ew bajar e ku pêwendiya bejayî ji Îranê bi Lubnanê re peyda dike. Xetên borî û rêyên bazirganiyê yên ji Iraq û Urdinê jî di vî bajarî re derbas dibin. (ÎLKHA)