Di daxuyanîya ku ji teref Wezaretê ve hat belavkirin de weha hat gotin, “Em ji bona nifûsa Xezzeyê 27 ton kargoya însanî dişînin. Balafira II-76 ya aîdê Wezaretê, ji Meydana Hewayê ya li herêma Moskovayê re ji bo biçe balafirgeha li bajara Arîşa Misirê birê ket.”

Wezaret diyar kir ku ew ê kargo ji Hîva Sor a Misirê re bê teslîmkirin û di nav balafirê de zexîreyên wek arvan, şekir, birinc û meqerne heye. (ÎLKHA)