Petro, di parvekirina xwe ya li ser platforma medyaya civakî de weha got:

"Êrîşa li ser nexweşxaneya Xezzeyê ku tê de zêdetirî 800 kesan canê xwe ji dest dan, di nav de personelên tenduristiyê, nexweş, birîndar û penaber û kuştina jin û zarokan, sûcekî şer e ku divê li ser asta navneteweyî bê lêkolînkirin. Êrîşa li dijî xelkê Filistînê ku xeleka herî qels a zincîrê ye, tu exlaqî nîne." (ÎLKHA)