Di encama bomberana rejîma terorê ya ku ji nexweşxaneya Ehlî Ereb ya li Xezzeyê lidarxist de bi sedan zarok, jin û sîvîl hatin şehîdkirin.

Ji bona ku ev bûyerê protesto bikin û alîyên xwe nîşan bidin ku ew li alîyê xelkê Xezzeyê ne, li Tirkîyê û di gelek bajarên dinyayê de xelk xwe derxistin kolanan.

Xelkê Meletîyê jî ji ber ku ev qetlîamê protesto bikin û nerazîbûna xwe nîşan bikin ku ew dibêjin em li alîyê xelkê Xezzeyê ne protesto hatin lidarxistin û di encama protestoyan de xelk berê xwe da Baregeha Radar a Kurecîk ku aîdê Emrîqayê ye.

Lê di encama ev bûyerê de polêsê Meletîyê pêşîya xelkê Meletîyê girt û ji wan re astegîyê derxisti ku bila neçin baregeha terorîstan û li wê derê protestoyan lidarnexin. (ÎLKHA)