Dîrektorê Giştî yê WHO Tedros Adhanom Ghebreyesus di daxuyaniya xwe ya derbarê êrîşa li dijî Nexweşxaneya Ehlî Ereb de got, "Di raporên destpêkê de bi sedan mirî û birîndar hene. Em bang dikin ku demildest sivîl û xizmetên tenduristiyê bên parastin." 

 

 Ghebreyesus her wiha diyar kir ku ew dixwazin daxwaza valakirina nexweşxaneyên li bakurê Xezzeyê bê paşxistin.  (ÎLKHA)