Serokomar Recep Tayyîp Erdogan di daxuyaniya xwe ya derbarê bomberdûmana nexweşxaneyê ya ji teref Rejîma îşxalker a Siyonîst a li Xezeyê da wiha got: "Lêxistina nexweşxaneyeke ku jin, zarok û sivîlên bêguneh tê de bûn mînaka herî dawî ya êrîşên Îsraîlê ye ku ji nirxên herî bingehîn ên însanî bêpar e."

 

 Serokomar Recep Tayyîp Erdogan di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî da derbarê bomberdûmana nexweşxaneya li Xezeyê da wiha got: "Lêxistina nexweşxaneyeke ku jin, zarok û sivîlên bêguneh tê de bûn mînaka herî dawî ya êrîşên Îsraîlê ye ku ji nirxên herî bingehîn ên însanî bêpar e."

 

Erdogan di berdewama peyama xwe de wiha got: "Ez bang li hemû mirovahiyê dikim ku ji bo rawestandina vê wehşeta li Xezzeyê ya ku di dîrokê de mînaka wê tune ye gav bê avêtin." (ÎLKHA)