Li gorî xebereke Rojnameya Wall Street Journal ku bi weşanên xwe yên terefgirîya sîyonîstan tê nasîn, Emrîka, ji bo alîkarîyê 2 hezar pîyadeyê behrê dişîne ji sîyonîstan re.

Li gorî îddîayan ewê leşker ji bo şer neçin herêma di bin îşxalê de ye, ewê ji bo desteka tendûristî û ji bo şêwirmendîyê herin.

Hat dîyarkirin ku leşker ji Rojhilata Navîn û tevî Ewrûpayê û ji herêmên din hatine hilbijartin.

Hêj ne dîyar e ku ewê Emrîka leşkeran li kû derê û bi çi awayî bi cîh bike lê belê heger sîyonîst ji bejahî êrîş bibin li ser Xezzeyê ewê van leşkeran jî alîkarîyê bidin leşkerên sîyonîstan. (ÎLKHA)