Artêşa qaşo yê sîyonîstan bişev li herêmên Xezzeyê yê  cur be cur êrîşên hewayî lidar xist.

Di êrîşên ku êvarî li Xan Yunusê û Refahê hat kirin de herî kêm 49 kes şehîd bûn.

Wezareta Tendûristîyê ya Filîstînê daxuyand ku di êrîşên sîyonîstên îşxalker yên li Xezzeyê hatine kirin de 2 hezar û 808 kes şehîd bûne.

Di êrîşan de ji 10 hezarî pirtir kes jî birîndar bûne.

Di êrîşên sîyonîstan de di her 5 deqîqeyan de Filîstînîyek şehîd dibe. Di her saetekê de 3 zarok canê xwe ji dest dide. (ÎLKHA)