Ahmed Benchemsî got ku: “Dorpêça Xezzeyê bi şiklekî eşkere sûcê herbê ye. Operasyona HAMASê nabe sebeba cezakirina 2 milyon însanan. Vêya pir hêsan û eşkere ye.”

Benchemsî daxuyand ku birîna ceyran, av û xwarinê jî sûcê herbêye û wiha li axaftina xwe zêde kir: “Qanûnên herbê bi şiklekî eşkere dibêje ku divê tu sivîl neyên hedef girtin. Her dû terefên ku li herêmê şer dikin, ku ev terefê îznê nade alîkarîya însanî bighêje bindestan Îsraîle, divê îznê bide vê yekê.” 

Ji bo bikaranîna  bombeya fosfor a sipî ya ku îsraîl bikartîne jî Benchemsî wiha got: “Vê bombeyê bombeyek gelek sawdar e, artêşa(!) îsraîl diyar kiribû ku ewê carek din vê bombeyê bikar neyîne lê belê dîsa bikar anîn.” (ÎLKHA)