Di daxuyanîya nivîskî ya ku ji teref OCHAyê hat belavkirin de hat destnîşankirin li Xezzeyê 423 hezar kes malên xwe terikandine.

Berdevkê NY Stephane Dujarric di daxuyanîya xwe de got ku: “Li gor reqemên rojane kesên ku li Xezzeyê malên xwe terikandine 423 hezar kes in; lê belê di rastîn de ev reqem dibe ku pirtir be.”

Dujarric dîyar kir ku li Xezzeyê 50 hezar pîrekên bihemle hene û ewê di nêzde zarokên xwe bînin dinyê û ewê nikaribin xwe bighînin xizmeta tendûristîyê ya bingehîn jî. (ÎLKHA)