Serokê Giştî yê Weqfa Êtîman Fîkrî Karavîl û Serokê Weqfa Fîlîstînê Zakî Abdullah Îbrahîm Ararawî, ji bona ku ji Xezzeyê ya ku rejîma sîyonîst a îşxalker li wê derê qetlîam û xerakirineke mezin lidardixe alîkarîyan bighêjîne protokol îmze kirin.

Serokê Giştî yê Weqfa Êtîman Fîkrî Karavîl di bernameya protokolê de axivî û bal li ser qetlîamên îşxalkeran kişand û weha got, “Me bi vê wesîleyê bi Weqfa Fîlîstînê re ji bona ku ji birayên me yên li wê derê re alîkarî bighêje protokolek îmze kir. Înşaallah em ê ji bona ku alîkarîyên xwe yên însanî bi taybetî yên tibbî bighêjînin li wê derê cehdekî nîşan bidin.”

Karavîl bibîr anît ku ew berê jî bi Weqfa Fîlîstînê re protokolê îmze kirine, wî îfade kir ku ew wê protokolê nû kirine û ji xêrxwazan re jî teşekuran kir. (ÎLKHA)