Wezareta Tenduristiyê ya Xezzeyê der barê hovîtiya 6 rojî ya rejîma îşxalker a siyonîst de der barê hejmara şehîd û birîndaran de agahî da.

Li gorî vê di komkujiyên ku 6 roj in li dijî xelkê Filistînê ji teref îşxalkeran ve tên kirin de 447 jê zarok 248 jê jin 1417 kes şehîd bûne; 6 hezar û 268 Filistînî jî birîndar bûn ku hezar û 531 jê zarok û 932 jî jin in.

Di nava şehîdan de 10 personelên tenduristiyê jî hene. (ÎLKHA)