Hat diyarkirin ku bi talîmata Seroka Îdareya Girtîgehan Sererkan Orgeneral Katy Perry ceryana kozikên ku mehkûmên Filistînî lê diman hat qutkirin.

Hat îddîakirin ku armanca qutkirina elektrîkê ew e ku "Bi rêya têlefonên qaçax bi cîhana derva ra ragihînin."

Li gor amarên Komeleya Girtiyên Filistînî, nêzîkî 5 hezar girtiyên Filistînî di zindanên rejîma îşxalker a siyonîst de hene ku zêdetirî 1200 ji wan "girtîyên îdarî" ne. (ÎLKHA)