Parlamenterê Mêrsînê û Serokê Polotîkayên Ciwanî yê HUDA PARê Faruk Dînç, xeyn ji meseleyên rojeva Meclîsê axavtin xwest û îfade kir, “Em wek HUDA PARê bi tevî can û malên xwe li cem xelkê Fîlîstînê ne.”

Dînç di Meclîsê de weha axivî, “Bîsmîllahîrrehmenîrrehîm. Şebekeya terorê ya sîyonîst ji sala 1948an heta niha êrîşî xelkê Fîlîstînê dike; pîrek, zarok û îxtîyaran qetil dike. Wezîrê parastina şebekeya terorê ya sîyonîstan qala komkujîyê dike. Ceryan û ava Xezzeyê hatîye qutkirin. Amûrên xwarin û tenduristîyê nakevin bajêr. Tu dibêjî qey ev qas tişt qîm nake dewletên ku îddîaya tetbîqkirina aştîya dinyayê dikin daxuyanîyên xwe ya destekê a ji bo şebekeya terorê dikin. Emrîqa keştîya herbê dişîne. Emperyalîstan, ji bona şebekeya terorê ya îsraîlê di nav piştgirîya tam de ne ji ber vê yekê êdî welatên Îslamî jî hereketekî hevpar lidarbixin. Em wek HUDA PARê dibêjin ku; em bi tevî can û malên xwe li cem xelkê Fîlîstînê ne. Em micahîdên Tofana Eqsayê silav dikin. Sazîya Giştî bi hurmet silam dikim.” (ÎLKHA)