Rejima îşxalker, li Xezzeyê bi zanebûn endamên çapemenîyê û avahîyên wan hedef digre.

Komekî rojnamegerên ku bomberandina avahîya Hîccîyê dişopandin, ji teref balafirên îşxalkeran ve raste rast hatin hedefgirtin.

Rejima îşxalker a ku di seatên serê sibehê de rojnamegeran hedef girt, du rojnamegerên bi navê Saîd Ridvan Et-Tavîl û Muhammed Rizq Subh şehîd kir.

Hat diyarkirin ku rojnameger Hîşam En-Newacîhayê jî giran birîndar bû û di Navenda Tenduristî ya Şîfayê de tê tedawîkirin. (ÎLKHA)