Di daxuyanîya niviskî ya ku ji teref Tevgera Cîhada Îslamî ya Fîlîstînê ve hat belavkirin de hat îfadekirin ku li Libnanê, di operasyona ketina nav rejima îşxalker a sîyonîstan de 2 efserên ku girêdayê Tugaya 300emîn ya îşxalkeran e hatine kuştin, 5 leşker jî hatine birîndarkirin.

Cîhada Îslamî, daxuyand ku di dema operasyonê de 2 endamên wî jî şehîd bûne.

Rejima sîyonîst, di daxuyanîya ku bişev da de, daxuyandibû ku Alîkarê Fermandarê Tugaya 300emîn Yarbay Alîm Saad Abdulah hatîye kuştin. (ÎLKHA)