Serokkomar Saîd ku bi Serokwezîr Ahmed Haşşanî û hinek endamên hikumetê re civînekî lidarxistibû derheqê rojevê de jî nirxandinan kir, “Îro sedema civîna me, alîkarîkirina ji Fîlîstînê re û nirxandinên îmkanên di destê me de ye. Êdî ne wexta gotinan e, divê ji Fîlîstînê re alîkarîyên rastî bên kirin. Divê ji birayên me yên di pêvajoya azadîya Fîlîstînê de ne re di nav piştgirîyê de bin. Heta ku Fîlîstînîyan hemû mafên xwe bidestbixin ew ê destekên me berdewam bikin.”

Saîd, di çapemenîyê de qala dorpêçkirina Xezzeyê tê kirin, bi taybetî daîma navê Xezzeyê di rojevê de tê girtin, mesele ne meseleya Xezzeyê tenê ye, mesele meseleya Fîlîstînê ye. Hedefan wan ev e ku di eqlê Ereban de gotina ‘Fîlîstînê’ derxînin û vê meseleyê bidin jibîrkirin.” (ÎLKHA)