Tevgera Berxwedana Îslamî Hîzbullah yê Libnanê, diyar kir ku di encama êrîşa îşxalkerên ku li başûrê Libnanê kir de Hûsam Muhammed Îbrahîm, Elî Raîf Fatuî û Elî Hesen Hodrac şehîd bûne.

Rejima îşxalker diyar kiribû ji alîyê Libnanê hinek kes dikevin nav hindir lê Hîzbullah, daxuyandibû ku ev têketin ji wan nîne. Dûre ev teşebûsa têketinê Tugayên Qudsê xwedî lê derketibû. Di encama pevçûnên ku li herêmê pêk hatin de hatibû diyarkirin ku 7 leşkerên îşxalkeran birîndar bûne. (ÎLKHA)