Wezareta Tenduristî ya Xezzeyê, daxuyand di êrîşên rejima îşxalkeran a li Xezzeyê de heta niha 511 kes şehîd bûn.

Di êrîşan de 2 hezar û 751 kes jî birîndar bûn.

Wezareta Tenduristî ya Xezzeyê, diyar kir li bajarên El Xelîl, Ramallah, Erîha, Nablus û Kalkîlyaya Şerîaya Rojava û Qudsê bi tevahî 17 Filistînî şehîd bûn. (ÎLKHA)