Berdevkê HUDA PARê Serkan Ramanli di civîna çepemenîyê ya ku li dar xistin de operasyona Tofana Eqsayê nirxand.

Ramanli di nirxandina xwe ya ku kir  got ku ew îşxal û qetlîama ku bi şiklekî sîstematîk ji teref çeteyên siyonîst ên îşxalker ve hatiye destpêkirin bênavber berdewam dike û balan kişand li ser berxwedana Filistînê.

Ramanli di daxuyanîya xwe de weha got, “Çeteyên siyonistên îşxala mewcûd her ku diçe zêdetir û firehtir dikin. Heman îşxalker Mescîda Eqsaya ku pîroz bi şekalên xwe yên qirêj dilewitînin, li hember nirxên me bêedebîyê dikin û meydanê li alema Îslamê dixwînin. Em silavan li berxwedana navdar ê gelê Filistînê dikin. Li dijî qirkirin û îşxalê gelê Filistînê xwedî mudafaya meşrû ye. Çeteyên siyonist divê ji wan axên îşxalkirî bicehimin û herin. Em dizanin û bawer dikin ku ne mezlûmîyet berxwedan fezîlet  e. Ji bo gelê Filistînê yê bi fezîlet bi ser bikeve û muzaffer bibe em dua dikin.  Xweda alîkarîya wan bike.”

Ramanli di dawîya nirxandina xwe de banga xwedî derketina li Filistînê li alema Îslamê kir û got “divê alema Îslamê li ba xuşk û birayên xwe yên Filistînî cî bigire.” (ÎLKHA)