Bi organîzatorîya Weqfa Evîndarên Pêxember ve gelek Dîyarbekirî li Meydana Şêx Seîd kom bûn, bi tevî wesayît û alên Filistîn û Tewhîdê bi kîlometreyan qonwoyek lidarxistin û di nav bajêr de gerîyan.

Dîyarbekirîyên ku bi tevî merşên Hamas û Filistînê di nav bajêr de gerîyan, li navçeyên Rezan û Kayapinarê Derbas bûn, ew cardin alîkarîya xwe ya ji Filistînê re îspat kirin.

Di guzergeha qonwoyê de xelk derketin pace û balqonan bi tevî tekbîr û alên xwe yên Tewhîdê piştgirîyê dan ji mirovên qonwoyê re. (ÎLKHA)