Di Pêngava Bagera El-Eqsayê ya Tûgayên Qassam de rejîma îşxalker derbeyên giran dixwe.
Wezareta Tenduristiyê û medyaya rejîma îşxalker li xwe mikur hat ku di operasyona Tofana Eqsayê de heta niha 600 îşxalkr mirine û 2 hezar û 48 îşxalker jî birîndar bûne.
Hat diyarkirin ku di nav kuştiyan de fermandarên payebilind ên îşxalekran hene. Berdevkê artêşa îşxalker destnîşan kir ku doh li Kerem Şalomê di şerê çekdarî yê bi berxwedana Filistînê re fermandarê Tugaya Nahalê jî hatiye kuştin.
Di operasyonan de Tûgayên Qassam gelek leşkerên îşxalker jî êsîr girtin.
Tûgayên Qassam bi operasyonên bejayî û her wiha operasyonên hewayî tevlî şerê rû bi rû dibin. (ÎLKHA)