Operasyona Tofana Eqsayê ku Tugayên Îzzeddîn Qassam yên baskê çekdar ya HAMASê bi serfirazî berdewam dike.

Di daxuyanîya ku ji teref Qassamê ve hat belavkirin de weha hat gotin:

“Hêna jî li herêmên herbê yên ku li ser axên me yên ku hatine îşxalkirin wek Mordechai, Kfar Azza, Be'eri Whitted û Kissufimê operasyon bi tundî berdewam dike. Mifrezeyên top û bombeyên destan yên tesîrên wan zêde ne ji şervanan re alîkarîyê dikin. Bi îzna Xwedê ew ê vê êvarê û dema şefeqê, ji bona ku şervanan re destekê bidin li gelek cîhên wek kibbutzim, Holeit û Yatedê operasyonên têketinê lidarxistîye.” (ÎLKHA)