Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, di şewata ku nav mala Ahmet K. yê li gundê Alpiyê rûdinê derket de, xanîyên derdorê jî tesîrdar bûn û şewitîn.

Li ser xeberdayînê ji cîhê şewatê re ekîbên Midûrtîya Herêma Daristanê û Cendermeyê hatin sewqkirin.

Bi midexeleya ekîban şewat hat vemirandin lê 2 xanî bi temamî şewitîn, 2 xanî û axûrekî jî zerarê dîtin.

Hat diyarkirin ku ji ber şewatê 22 dewar û 3 kuçik jî telef bûn.

Derheqê sedema derketina şewatê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)