Wekîlê Êlihê Ferhat Nasîroglu û Wekîlê Êlihê Serkan Ramanli li ser hesabên xwe yên medyaya civakî derbarê mijarê de parvekirinek hevpar parve kirin.

Nasiroglu di peyama xwe de weha got: “Îro li gel cîgirê xwe birêz Serkan Ramanli me li meqamê Wezîrê xwe yê Tenduristiyê Fahrettîn Koca ziyaret kir. Me daxwazên xwe yên di warên din de, bi taybetî jî veberhênanên tenduristiyê yên Êlihê anîn ziman. Ez dixwazim spasiya Wezîrê me yê hêja bikim ji bo baldarî û xema wî." (ÎLKHA)