Serokê Giştî yê Partiya Yekitiya Îslamî ya Kurdistanê (Yekgirtu) Selahaddîn Muhammed Bahaeddîn Serokê Giştî yê HUDA PARê û Wekîlê Stenbolê Zekeriya Yapicioglu li oda wî ya li TBMMyê ziyaret kir.

Serokê Giştî yê Yekgirtû Bahaeddîn û heyeta pê re ji teref Serokê Giştî yê HUDA PARê û Wekîlê Stenbolê Zekeriya Yapicioglu û Sekreterê Partiyê û Wekîlê Entabê Şahzade Demîr ve hatin pêşwazîkirin.

Serokê Giştî yê HUDA PARê Yapicioglu ji ber serdanê kêfxweşiya xwe anî ziman û ji bo serdanê spasiya Serokê Yekgirtû Bahaeddîn kir.

Di serdanê de ku nêzî 45 deqeyan berdewam kir de, ji hevdu re xêr û xweşî hatin daxwazkirin.

Piştî ziyaretê fotoxrafa yadîgarê hat kişandin. (ÎLKHA)