Waliyê Enqereyê Vasip Şahin di daxuyaniya xwe ya li ser medyaya civakî da weha got. “15 karkerên madenê yên ku li herêma ewle dixebitin ji ber zexta hewayê ya ku ji ber axê di kana komirê ya 'K' a li Hîrkatepeya Navçeya Beypazariyê de hilweşiya bi sivikî birîndar bûn. Sê xebatkarên me li nexweşxaneyê di bin çavan de ne.” (ÎLKHA)