Serokê Daîreya Karên Sîyasî ya Partîya Cemaatî Îslamî ya Libnanê Elî Ebu Yasîn ku ji bo sempozyomek û hinek zîyaretan hatibû Tirkîyê, ji bo naskirinê û danûstandina fikran , Wekîlê Serokê Giştî yê HUDA PARê Îshak Saglam zîyaret kir.

Alîkarê Serokê Giştî û Mesûlê Minasebetên Derve yê HUDA PARê Mehmet Eşîn jî di hevdîtinê de amade bû, di hevdîtinê de derheqê meseleyên wehdeta ummeta Îslamê û çareserîya pirsgirêkan de danûstandina fikran hatin kirin.

Di hevdîtinê de bal hat kişanidn ku divê di navbera partîyên sîyasî de dîyalog bên biqewetkirin û partîyên sîyasî ya welatên Îslamê jî zêdetir hevdu bibînin û zîyaretan bikin. (ÎLKHA)