Serokwezaretiya Îspanya û Ofîsa Koordînasyona Serokatiya Dem a YEyê ragihand ku wisa xuya dibe Serokê Konseya Yekîtiya Ewropayê Charles Michel, Serokê Fransayê Emmanuel Macron û Serokwezîrê Almanyayê Olaf Scholz beşdarî civîna navbera Eliyev û Paşînyan bibin.

Di daxuyaniyê da hat balkişandin ku YEye "di çareserkirina pirsgireken di navbera Azerbaycan û Ermenistane da naxwaze bibe navbeynkar, belkî dixwaze aştiyeke mayînde, adil, serweriya neteweye diparêze û li gor hiqûqa navneteweyî tevbigere." (ÎLKHA)