Serdozgeriya Komarê ya Rihayê piştî xebata 10 mehan ya polês û MÎTê yên li Iraq, Sûriye û Tirkiyeyê ji bo 90 şikdarên PKK/YPGyî qerara binçavkirinê da.

Di operasyona hemwext a ku li navenda Rihayê Stenbol, Antalya, Edene, Bursa, Diyarbekir, Entab, Mêrdîn, Mêrsîn, Denîzlî, Konya, Qeyserî, Êlih, Isparta, Balıkesir, Şirnex, Kocaeli û Amasyayê hat kirin de nêzî 90 kes hatin binçavkirin.

Hat diyarkirin ku şikdaran ji avahiya îstixbarata PKK/YPGya Tirkiyeyê ne. (ÎLKHA)