Enstîtûya Mamîrauaya ku ji teref Wezareta Înovasyon, Teknolojî û Zanyarî ya Brezîlyayê ve tê fînansekirin, daxuyand ku ew li Gola Tefeyê ji 100î zêdetir ûnisan bi mirî dîtin.

Di daxuyanîya ku ji teref Enstîtûya Mamîrauayê ve hatîye belavkirin de, hat destnîşankirin ku mirina ûnisan ne tişteke normal e. Pisporan diyar kirin dibe ku sebeba mirina ûnisan ji ber zewabûnî û zêdebûna germahîya Gola Tefeyê be. (ÎLKHA)