Bûyer, li bajara Kandadjîya herêma Tîllaberîya ku 200 kîlometre dûrê Nîameya paytexte pêk hat.

Di daxuyanîya ku ji teref Wezareta Parastin a Neteweyî ve hat belavkirin de hat diyarkirin ku ji teref mirovên çekdar ve ji endamên artêşê re êrîş hatîye kirin.

Hat destnîşankirin ku di êrîşê de 7 leşker canê xwe ji dest dane.

Di daxuyanîyê de hat ragihandin 5 leşkerên ku ji bo alîkarîyê diçûn herêmê jî qeza kirin û mirin.

Di encama pevçûnan de nêzê 100 heb êrîşdar hatin kuştin, gelek motor û çek jî hatin bidestxistin. (ÎLKHA)