Berdevkê Hikûmeta Mexrîbê Mustafa Baytas, di daxuyanîya ku piştî civîna Kabîneyê da de destnîşan kir ku di bîlançoya erdhejê de zêdebûn heye û hejmarê mirîyan derketîye 2 hezar û 960 kesan.

Baytas, ragihand ku hêj xebatên di sehayê de berdewam dikin, piştî ku rewşa xanîyên xerabûyî zelal bibe, ew ê di meha Îlonê şûn da heta salekî ji her malbata ku ji erdhejê tesîrdar bûne re her meh 2 hezar û 500 dîrhem (250 dolar) wê bê dayîn.

Li Mexrîbê li herêma El Huz a Marakeşa paytext di mezinahîya 7an de erdhejek pêk hatibû.

Hatibû diyarkirin ku 2,8 milyon însan ji erdhejê tesîrdar bûne, 60 hezar xanî jî xera bûne. (ÎLKHA)