Bûyer, li herêma Kandxota bajara Keşmoreya wîlayeta Sîndê pêk hat.

Li gorî medyaya mehellî zarokan dema  ku li derve ji xwe re dileyîstin li erdê roketavêt dîtin û anîtin malê. Di dema anîtina malê de malbat bi roketavêtê leyîst û teqîn pêk hat. Di encama teqînê de 4 jê zarok 9 kesan canê xwe ji dest dan, 4 kesan jî birîndar bûn.

Li ser xeberdayîna mirovan ji cîhê bûyerê re gelek ekîbên polês û tenduristîyê hatin sewqkirin.

Rayedaran, ji bona ku ew roketavêt çawa hatîye li wê derê xebat dan destpêkirin. (ÎLKHA)