Di daxuyanîya ku ji teref Artêşa Pakistanê ve hat belavkirin de, hat destnîşankirin ku li herêma Mîr Elî ya navçeya Wezîristana Bakur a wîlayeta Xeyber Pextunwayê li ser agahîya ku li wê derê mîlîtan hene operasyonek hat lidarxistin.

Di berdewama daxuyanîyê de hat îfadekirin ku di dema operasyonê de di navbera leşker û mîlîtanan de pevçûn derket, di dema pevçûnê de leşkerekî canê xwe ji dest da.

Hat destnîşankirin ku li herêmê operasyon berdewam dike. (ÎLKHA)