Li gorî agahiyên ku ji Nexweşxaneya Şehîd Sabit Sabît hat bidestxistin, di encama êrîşên unsûrên rejîma îşxalker a siyonîst de 2 Filistînî ji Kampa Penaberan a Nûr Şemsê canê xwe ji dest dan.

Mirovên ku bûyerê dîtin destnîşan kirin ku endamên rejîma îşxalker a siyonîst bi buldozeran li kolanên kampê û wesayitên Filistîniyan zirar dan.

Unsûrên rejîma îxşalker gule li Filistîniyan reşandin û di encamê de Usayd Cebavî yê 21 salî û Abdurrahman Sûleyman Ebu Dagaş ê 32 salî bi giranî birîndar bûn.

Birîndar ji Nexweşxaneya Dewletê ya Şehîd Sabît Sabît re hatin rakirin, hat hînbûn ku ew canê xwe ji dest dane. (ÎLKHA)